Komeleya Jinên Kurdistanê KJK’ê bi daxuyaniyekê roja 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li tevya jinan pîroz kir û da xuya kirin ku sala 2020’an wê sala destkeftiyên mezin ya jinan be. KJK’ê teqez kir ku nêzîkatiya ji bo parçekirina sîstema tecrîd û têkbirina êşkenceyê ya li Îmraliyê, li qadên 8’ê Adarê wê careke din were nîşandan.
Koordînasyona KJK’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî daxuyaiyek weşand.
KJK’ê diyar kir ku “mîna rola jinan a di nava şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrî de, jin di çareseriya Rojhilata Navîn de jî wê rola xwe ya destnîşankirina serdema şaristaniya demokratîk hîn bêhtir bilîzin.
KJK’ê got:
Pêşwazîkirina 8’ê Adarê ya 2020’an ji rojeke sembolîk derbas bûye.
Ji bo em destketiyên mezin di vê salê de bi dest bixin û armancên xwe pêk bînin, em ê perspektîfa têkoşîna saleke nû bi 8’ê Adarê re bêhtir şênber bikin.”
KJK’ê teqez kir ku 8’ê Adarê ya îsal li dijî sekna li hemberî hêzên emperyalîst, faşîst û mêtinger wê bibandor be û bang li jinan kir ku li her devera cîhanê sekn û helwesta xwe bi rengekî girseyî nîşan bidin.
KJK: Parçekirina tecrîda li Îmraliyê, wê li qadên 8’ê Adarê bên nîşandan
KJK’ê bal kişand ser tecrîda li ser rêber Ocalan jî û got:
” Di sala 2020an de, jin û gelê me armanc û vîna têkbirina komploya navneteweyî bi rengekî berbiçav nîşan dan.
KJK’ê bal kişand ser şewata li Girava Îmraliyê û ev hişyarî da:
Zerara ku li jiyana Rêber Apo bibe, wê bibe têkçûn û bidawîbûna Komara Tirkiyê.
Wê di nava hêrsa gelê Kurdistanê, gelên cîhanê, Rojhilata Navîn û jinan de bifetisin.
KJK’ê, di dawiyê de, bang li jin û ciwanên Kurd kir ku di çarçoveya pêngava ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabî ser piyan’ di 8’ê Adarê de têkoşînê bi rêbazê seferberiyê pêşwazî bikin.