Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê: Vê salê, 21 jin hatine revandin 2 jî hatine tezewuzkirin

Endama Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Heyhan Elî, bîlançoya binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî jinan li Efrînê ku belge kirine ragihand. Li gor wê jî vê salê 21 jin hatine revandin û 2 rastî destdirêjiyê hatine. 

Li Efrînê, kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dawî lê nayên.

Di nava bêdengiya navdewletî de, revandin, kuştin û destavêtina li dijî jinan dewam dike.

Têkildarî vê, Endama Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Heyhan Elî, nirxandin kir.

Heyhan Elî bîlançoya kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan ku Rêxistina Mafê Mirovan belege kiriye, eşkere kir.

Li gor wê jî ji destpêka salê û heta niha 21 jin hatine revandin.

Li Dibistana Tîcara ya navenda bajêr ku niha veguherandine girtîgehê 2 jin rastî destdirêjiyê hatine.

Ji ber topbarana li ser gundê Aqîbê û Başemrê yê Şêrewayê, Fatma Elî, zaroka wê Sirwêşt Hesen û Emûn Mensûr, hatin kuştin.

Li gundê Hêkiçê ya navçeya Şiyê jî Fatma Kinê ya 80 salî çeteyan kuştin.

Endama Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Heyhan Elî bang li civaka navdewletî kir ku li dijî van binpêkirinan berpirsyariya xwe pêk bîne û dagirkeriya Tirk ji axa Suriyê derxîne.

Back to top button