Dewleta Tirk a dagirker di rewşa vîrûsê coronayê de jî netebitî ye û êrîşên xwe li dijî herêm dewam dike.
Navenda Belgekirina binpêkirina li Bakurê Sûrî bi raporekê bîlançoya binpêkrinên Tirkiyê di meha Nîsanê de eşeke kir.
7 Hezar û 15 kes ji aliyê dewleta Tirk a dagirker hatine aramncgirtin, ji wan Hezar û 961 kes hatine kuştin.
6420 kes hatine revandin, ji wan 3 hezar û 650 kes hatine berdan û çarenûsa yê din ne diyar in.
Navenda Belgekirina Binpêkirina li Bakurê Sûrî, bi raporekê bîlançoya meha Nîsanê ya binpêkirinê dewleta Tirk a dagirker li herêmê, eşkere kir:
Li gorî Navendê Belgekirinê li Efrîn, Bab, Cerablus û Izazê:
2 zarok, 12 ji ber îşkenceyê bi giştî 65 kes şehîd bûn.
60 kes hatine girtin, 18 kes ji wan hatine îşkencekirin.
8 kes hatin revandin, û fîdye ji wan hatiye xwestin.
Li van herêman di meha derbasbûyî de, 7 teqîn pêk hatine.
Di encama topbaran û teqînan de, 12 zarok, 75 kes birîndar bûne.
Ji destpêka êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Serê Kaniyê û Girê Spî ve, 59 zarok û 50 jin bi giştî 569 sivîl şehîd bûn.
164 zarok, 169 jin bi giştin 3 hezar û 15 sivîl birîndar bûn.
Li kêleka wê jî 475 kes hatin gitin 44 kes hatin êşkencekirin û fîdye ji wan hat xwestin ..
Ji ber êrîşên dewleta Tirk jî 31 zarok, 29 jin bi giştî 194 kes astengdar bûn.
4 rojnemevan şehîd bûn û 13 jî birîndar bûn, her wiha çeteyên dewleta Tirk li serê kaniyê û girê spî girt ser malên rojnemevanan.
Artêşa Tirk Nexweşxane û kadroyên tendurstiyê jî kirin armanc, 7 birîndar bûn û 5 jî hatin kuştin.
Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ji Sibata 2018’an heya Nîsana 2020’an jî wiha ne:
6 hezar û 150 sivîl şehîd bûn, 91 kesî jî di bin îşkenceyê de şehîd bûn.
Li aliyekî din jî, 18 zarok, 59 jin, 474 kes li ser sînorê Sûrî-Tirkiyê, ji aliyê cendirmeya Tirk hatin kuştin.
Bi van binpêkirên hovane yên dewleta Tirk li Sûriyê, Rûsiya banga derketina dewleta Tirk ji herêmê kir.