Piştî serokwezîr, wezîrê Avahîsaziyê jî bi Vîrûsê ket

Piştî ku vîrûsa corona bi Serokwezîrê Rûsyayê re hat ragihandin, wezîrê Avahîsaziyê Vladîmêr Yakoşîf jî bi vîrûsê ket û bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Ajansa Inter fax teqez kir ku tevî Yakoşîf, cîgirê wî jî bi vîrûsê ketiye.

Pêncşema borî jî Serokwezîrê Rûsyayê Mîxaîl Mîşostîn ragihand ku ew bi vîrûsa coronayê ketiye û serokê Rûsî Vladîmêr Pûtin cîgirê wî Andirê Pîlsof bi awayekî demkî erkdar kir.

Li Rûsya heta niha 114 hezar û 431 kes bi vîrûsa corona ketine, ji wan hezar û169 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button