Keştiyên şer ên dewleta Tirk li beramerî beravên Lîbyayê hatin dîtin

Dewleta Tirk keştiyên şer jî li beravên Lîbyayê bicih kiriye û li dijî Artêşa Niştimanî ya Lîbî bikar tîne.

Îro berbangê keştiyên şer ên dewleta Tirk li beramberî beravên Qere Bûlelî yên Lîbyayê, ku amadekariya bombebarankirina hêzên Artêşa Lîbî yên li Terhûne dikirin, hatin dîtin.

Di heman demê, Artêşa Niştimanî li Terablusê, êrîşeke hikumeta Wîfaqê şikand û serkirdeyekî wê jî kuşt.

Çapemeniya şer a girêdayî artêşa Niştîmanî ya Lîbiyayê dîmenek bi kamîreya çeteyekê ji Sûriyê di şerê di navbera çeteyên ji Sûriyê û artêşa Niştîmanî ya Lîbiyayê de, bidest xist.

Di dîmen de diyar dibe ku çawa artêşa Niştîmanî çeteyên ji Sûriyê dike hedef û wan dikuje. Çeteyên ji Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ber bi Lîbyayê ve hatin şandin da ku li kêleka hikûmeta Wîfaq şer bikin.

Ji aliyê xwe ve serokê meclîsa êlên ‘Murabîtûn û Eşraf’ Lîwa Salih Receb El-Mismarî teqez kir ku ji bo rizgarkirina Lîbyayê ji terorîstan, ew amande ne şerê dewleta Tirk û çeteyên wê bikin û ew destekê didin Artêşa Niştimanî.

Di meha Nîsanê de Çavdêriya Sûrî ya mafên mirovan diyar kiribû ku jimara çeteyên ku dewleta Tirk ew şandibûn Trablûsê nêzî 5 hezar û 300 çeteyî ye û bi heman armancê jî 2 hezar û 100 çete li Tirkiyê dest bi perwerdeyê kiriye.

Back to top button