Wezîrê Derve yê hikumeta Şamê Welîd el-Muelim bi temenê xwe yê 79an koça dawî kir..
Televîzyona fermî ya hikumeta Şamê îro vê sibehê zû, mirina cîgirê serokwezîr û wezîrê derve û penaberan Welîd el- Muelim ragihand.
Muelim li Şamê sala 1941an ji dayîk bûye û li Zanîngeha Qahîrayê “Aborî” xwendiye.
1990yî heya 1999, weke balyozê Amerîkayê xebitî û ji 2005an de cihê xwe di wezareta derve de girt.