Li Iraq balafirên Koalîsyonê, rêzedarbeyên asmanî li dijî veşartgehên DAIŞ’ê pêk anîne

Ajansa Nûçeyan a Iraqî li ser zimanê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê da xuyakirin ku Koalîsyona Navneteweyî duh, rêzedarbeyên hewayî li dijî veşartgehên DAIŞ’ê yên li çiyayê Mekhûlê pêk anîne.

Li gorî daxuyaniyê Koalîsyonê, ev darbe li gorî agahiyên istixbaratî û bi fermana Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqî, pêk hatin.

Di encamê de, hemû çeteyên ku xwe veşartibûn, hatin kuştin.

Tevî ku gelek serçeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin jî, metirsiya wê hêj dewam e.

Çeteyên DAIŞ’ê, berbanga Yekşema borî êrîşî navçeya Xaneqîn a Diyalayê kiribû, di encamê de, 7 endamên Ewlekariyê jiyana xwe ji dest dabû û 5 jî birîndar bûbûn.

Back to top button