Şehîd Delal Şoreş li Silêmaniyê hat bîranîn

Şehîd Delal Şoreş (Peyam Abdullah) ku li Zapê di encama çekên kimyawî de şehîd bû, li Silêmaniyê hat bibîranîn. 

Merasîma bibîranînê doh êvarê li taxa Tavge ya Silêmaniyê bi pêşengtiya Tevgera Azadî û Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûr pêk hat.

Di merasîmê de Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Sara Mihemed axivî û got:

” Bila Erdoganê faşîst baş bizanibe wê nikaribe gerîla tûne bike. Ji ber ku hemû kurd li gel gerîla ne.

Em dibêjin Şehîd Peyam namire, bimre xiyanet, jin jiyan azadî.”

Şehîd Peyam Abdullah bi nasnav Delal Şoreş di sala 2017’an de li Silêmaniyê tevlî nava refên gerîla dibe.

Cotmeha 2022’an de li Zapê di encama çekên kîmyawî yên dewleta Tirk de şehîd bû.

Back to top button