Gerîla TV dîmenê çalakiya li Geverê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke ku li navçeya Geverê a li dijî wesayiteke leşkerî a artêşa Tirk hatibû kirin, weşand. Di encama çalakiyê de 8 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê de ku di 6’ê Tebaxa 2021’an hatibû kirin ev agahî parve kir: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Geverê;

2 wesayitên leşkerî ku ji navçeya Şemzînanê diçûn qereqola Gemanê hatin kontrolkirin.

Yek ji van wesayitan, wesayita leşkerî ya bi tîpa Kîrpî bi rêbaza sabotajê hate teqandin.

Çalakî bi awayek serketî qediya ku di encamê de 8 dagirker hatin cezakirin.

Ev çalakî ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî hate lidarxistin.”

Back to top button