Ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewyî Tevgera Xwendekarên Kurd Yekemîn Pêşbirka Şehîd Nûjiyan Ocalan a Wêneyan li dar xist.
Di pêşbirkê de 12 xwendekar amade bûn.
Piştî bidawîbûna pêşbirkê xwenekarên serkeftî hatin xelatkirin.
Ew jî, xwendekara bi navê Îksana Miho ye û di asta yekemîn de bi ser ket.
Li pey wê, Ehmed Gorgîn di asta duyemîn de bû.
Û Rewşen Şêxo jî di asta sêyem de de bi ser ket.
Şehîd Nûjiyan Ocalan Endama Yekitiya Jinên Ciwan bû, 25’ê Kanûnê tevî 4 hevalên xwe di encama bomebebarana dewleta Tirk a ser li Kobanê de şehîd bû.