Çeteyên DAIŞ’ê li Xurmato sivîlek kuştin û yek windayî ye

Çeteyên DAIŞ’ê êrîşek bir ser navçeya Xurmato ya Başûrê Kurdistanê û di encamê de sivîlek hat kuştin..

Komek çeteyên DAIŞ’ê, duh di saetên êvarî de, bi ser devera Zerga ya navçeya Xurmatoyê de girt û êrîşî 2 nêçîrvanên masiyan kir û di encamê de welatiyek hat kuştin û yê din windayî ye.

Rêveberê Polîsên Xurmato Emîd Hisên Elî der barê bûyerê de agahî da ajansa Rojnews’ê û got;

“Du welatiyên ku ji Tikrîtê hatibûn devera Zerga masî digirtin, hejmarek çeteyên DAIŞ’ê ji nişka ve êrîşî wan kir.

Yek ji wan li wir kuşt û cenazeyê wî li cihê bûyerê ma, welatiyê din jî çarenûsa wî ne diyar e û dibe ku DAIŞ’ê ew biribe cihekî ne diyar.”

Back to top button