Tîma Endezyariyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya şaxê Reqayê diyar kir ku piştî rizgarkirina bajêr hêzên wan zêdetirî 18 hezar mayin bê bandor kirine.
Çeteyên DAIŞ`ê nêzî 4 salan li Reqayê man û di wê demê de gelek mayin û bombe li kolan û malên bajarê Reqayê çandin.
Di encama teqandina van mayinan de bi sedan sivîlên bajêr bûn qurbanî.
Tîma Endezyariyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê 18 hezar mayin, bombe û topên çeteyan, bê bandor kirin.
Yek ji endamên rêveber ên Tîma Endezyariyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Akif Mihemed diyar kir ku mayinên li mal û erdan hatibûn çandin, bê bandor kirin û li avahiyên taybet û giştî yên bejahî û bajarê Reqayê jî geriyan.
Mihemed bi bîr xist ku hejmara mayin û çekên DAIŞ`ê li pey xwe hiştibûn, gihaşt 18 hezar û 379’an û diyar kir ku ew ê xebatên xwe berdewam bikin.