Du welatî li Efrînê ji aliyê çeteyan ve hatin revandin

Li Efrînê careke din du welatî bi buhaneyên ku bi rêveberiya xweser re kar kirine hatine revandin.
Li Başemrê jî zarokekî bi teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê, çeteyên dewleta Tirk welatiyê bi navê Mehmûd Hesen Xelîl ê 22 salî revandin.

Xelîl ji gundê Dêr Sewan ê Şera ye û bi buhaneya ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar dikir hate revandin.

Çeteyan Xelîl sewqî girtîgeha Marata kirin û heya niha aqûbeta wî ne diyar e.

Hate diyarkirin ku çeteyan xuşka wî jî ji Efrînê derxistine..

Tewfîq Hesen jî ku ji xelkê Qere Kola Bilbilê ye hate revandin.

Îso Erebo yê 14 salî ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da

Li gundê Başemrê yê girêdayî Şêrawayê jî ji ber ku zarokê bi navê Îso Rehmo Erebo ê 14 pêl mayînekê kiriye, jiyana xwe ji dest da.

Back to top button