Şêniyên Minbic tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin

Şêneyên bajarê Minbicê bi meşekê tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar kirin û bang li CPT’î kirin ku bi erka xwe rabin.
Li Helebê jî Înîsiyatîfa ji Rêber Ocalan re Azadî, bi daxuyaniyekê pêngava îmzeyan ragihand.

Çalakî û pêngavên ji bo azadiya rêber Apo û rakirina Tecrîdê li bakur û rojhilatê Sûriyê didomin.

Şêneyên bajarê Minbicê îro li dijî tecrîdê meşiyan.

Çalakî ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve li bajarê Minbicê û gundewarên wê hat organîzekirin.

Di meşê de hate gotin:

Ev 24 salin Rêber Apo li girava Îmraliyê di bin şert û mercên giran de dimîne.

Dagirkeriya dewleta Tirk bi çekên kîmiywî û girankirin tecrîdê dixwaze tevgera azadiyê tune bike.

Li Helebê Însyatîfa ji Rêber Apo re azadî pêngava îmzeyan ragihand

Her wiha bi armanca destpêkirina pêngava îmzeyan, Înîsiyatîfa ji Rêber Ocalan re Azadî, li bajarê Helebê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna dehan endamên meclîs, sazî û komînên taxên Helebê hate dayîn.

Insiyatîfê dil-nerehetiya xwe derbarê rewşa rêber ocalan de diyar kir û got:

Heta ku rewşa rêber ocalan neyê zelalkirin, em ê li ser piyan bin.

Pêwîste demildest saziyên mirov serdana îmralî bikin û gelê kurd ji rewşa rêber ocalan agahdar bikin..

Jinên Ciwan ên Eyn Îsa: Jinên ciwan fedaî Rêber Apo ne

Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Eyn Îsayê jî paneleke diyalogê bi dirûşma “Jinên ciwan fedayîyên Rêber Apo ne” li dar xist.

Di panelê de bang li ciwan û gelên azadîxwaz hat kirin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan zêdetir bixebitin.

Back to top button