Endama Komîteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif derbarê gef û ihtîmala êrişeke dagirkirinê li ser rojava nirxandin kir û got: Em di her alî de di nava amadekariyan de ne.
“Dê gelê me li dijî her cureyên êrişan li ber xwe bide”
Têkildarî geşedanên li herêmê û êrişeke bejahî ya muhtemel a dewleta Tirk, Endama Komîteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.
Foza Yûsif bal kişand ser liv û tevgera DAIŞ’ê ya li herêmê ku bi êrişên Tirkiyê re hemwext zêde bûn û got:
“Li gorî agahiyên ber destê me, di navbera DAIŞ û MÎT’ê de tevgereke hevpar heye.
Li deverên ku Tirkiye lê ne çalake, DAIŞ dixe dewrê.
DAIŞ û Tirkiye operasyonên hevpar dikin.
Dewleta tirk ji jor ve û DAIŞ jî bi rêya hucreyên xwe van êrişan dike.”
“Rûsya dixwaze bi êrişên Tirkiyê Rêveberiya Xweser neçarî Şamê bike”
Foza Yûsif diyar kir li dijî êrişên Tirkiyê, hemû saziyên siyasî û civakî yên li herêmê di nava xebatan de ne û wiha dewam kir:
“Erdogan û Bahçelî ji bo di hilbijartinan de bi ser kevin, dixwazin êrişî herêmê bikin.
Ev îhtîmal hêj ji holê ranebûye.”
Foza Yûsif hevdîtinên di navbera Şamê û Tirkiyê de bi zexta Rûsya jî nirxand û got:
“Sûriye jî baş dizane ku hikûmeta Erdogan van hevdîtinan ji bo hilbijartinê dike.
Niyeta Erdogan a derketina ji deverên dagirkirî nîne. Lewma hikûmeta Şamê lezê nake.
Rûsya jî ji ber şerê li Ûkraynayê girêdayî Tirkiyê ye. Lewma dixwaze van hevdîtinan çalak bike û pêş bixe.
Li gorî min nikare ewqas zû encamekî ji hevdîtinan bigire.
Lê ev nayê wê wateyê ku di mijarên cuda de gavan navêje. ”
Foza Yusif bi lêv kir ku Rûsya dixwaze rêveberiya xweser neçarî Şamê bike û ji bo ve yêkê jî Tirkiyê bikar tîne.
Foza Yûsif: Eger şerek çêbibe dê bibe şer hebûn û nebûnê
Têkildarî êrişeke bejahî a muhtelem li ser herêmê jî Foza Yûsif, ev tişt anî ziman:
“Dibêje qey êrişî vê derê bike dê nîjadperest dengê xwe bidin wî.
Lê şerekî vê carê derbikeve, dê neşibe şerê li Efrîn û Serêkaniyê.
Ji bo me dê ji her alî ve bibe şerê hebûn û nebûnê. Lewma divê hemû kes hesabên xwe li gorî vê bike.
Ji bilî serkeftinê tu rêyên din li pêşiya me jî nînin. “