El-Mualêm: Armanca sereke ya Qeyser vegerandina terorê ye

Derbarê qanûna Qeyser a cezayên aborî li dijî hikûmeta Şamê de, wezîrê karên derve yê hikûmetê Welîd El-Mualêm di konferanseke çapemeniyê de axivî.

EL-MUALÊM got, armanca sereke ji sepandina qanûna Qeyser vegerandina terorê ye. Bandorên wê li ser jiyana welatiyan giran in. Pêwîst e em aboriya xweser geş bikin.

El-Esed li ser desthilatê mayînde ye û gotinên derbarê têkiliyên me bi Rûsya re ne rast in.

Bi destpêkirina qanûna Qeyser a cezayên aborî li dijî hikûmeta Şamê, bêtir rewşa welatiyên Sûrî ji ber buhabûna tiştan kembax bûye.

îro derbarê qanûna Qeyser û bandorên wê li ser Sûriyê, wezîrê karên derve yê hikûmeta Şamê Welîd El-Mualêm di konferanseke çapemeniyê de axivî.

Welîd El-Mualêm diyar kir ku armanca sereke ya qanûnê vegerandina terorê ye û got;

“Bandorên cezayên aborî yên vê qanûnê ne hêsan in.
Ji ber vê yekê pêwîst e em li hemberî vê qanûnê prosesa xwetêrkirinê pêk bînin û aboriya xweyî geş bikin.
Her wiha têkiliyên xwe li gel dost û hevalbendên xwe di hemû waran de xurt bikin.”

Welîd El-Mualêm: Beşar El-Esed li ser desthilatê mayînde ye

El-Mualêm di nava axaftina xwe de bal kişand ser çûna El-Esed û gotegotên derbarê têkiliya hikûmeta wî bi Rûsya re û ev tişlt anî ziman:

“Beşar El-Esed li ser desthilatê mayînde ye.
Gotinên derbarê têkçûna têkiliyan di navbera me û Rûsya ne rast in.”

El-Mûalêm wek her car hebûna polîtîkayên hikûmeta Şamê weke sedema pêkanîna vê qanûnê nedît.

Berevajî wê diyar ku rêveberiya Amerîka şerê debara jiyana welatiyên Sûrî dike.

Welîd El-Mûalêm : Em destwerdanên derve ya li komîteya destûrî qebûl nakin

Wezîrê karên derve yê hikûmeta Şamê welîd El-Mûalêm derbarê çareseriya siyasî de jî wiha got:

“Em pabendî çareseriya Sûrî ne.
Lê belê destwerdanên derve ji komîteya destûrî re qebûl nakin.
Tenê gelê Sûriyê dikare pêşeroja Sûriyê diyar bike.
Ne Mike Pompeo û ne jî James Jaffrey dikarin biryara çûna El-Esed bidin.”

Gotinên El-Mûalêm û rastiyên li ser erdê ji hev dûr in

Xuya ye gotinên El-Mûalêm û bûyerên li ser erdê ne wek hev in.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên cîhanî, li vê dawiyê têkiliyên di navbera hikûmeta Şamê û Rûsya de xetimîn.

Her wiha Rûsya û Îranê li ser istîfakirina El-Esed li hev kirin.

Dijberî û nakokiyên di navbera Firqeya 4’ê ya bi ser Îranê ve û çekdarên Feyleqa 5’ê ya bi Rûsya ve li Derayê li ber çav in.

Ev zêdetirî 2 hefteyan e xwepşandênên hilweşandina hikûmeta Şamê li dar in.

Gelo El-Mûalêm rast dibêje, lê ji rastiya li Sûriyê qut e?????

Back to top button