Endamê Desteya Rêveber a PYD′ê ya Herêma Firatê Ehmed Xoce diyar kir ku Dewleta Tirk hewl dide DAIŞ′ê zindî bike .
Şêniyên herêmî jî piştgiriya xwe ji bo QSD′ê û operasyonên wê nîşan da.
Ehmed Xoce da zanîn ku Dewleta Tirk hewl dide tola DAIŞ’iyên xwe hilîne û got :
“Dewleta Tirk a dagirker şaş e..
Ji ber ku îradeyeke xurt a gel heye..
QSD ya ku parastina şêniyên herêmê dike, wî îradeyê bi rê ve dibe.”
Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Nedîm Daşo jî got:
“Hemû xewnên dewleta Tirk ew ku piştî şikestinê DAIŞ’ê zindî bike ..”
Welatiya bi navê Edle Bekî jî dibêje :
“DAIŞ′ê rûyê veşartî yê dewleta Tirk a dagirker e.”
Edle Bekî da zanîn ew destekê dide her pêngaveke QSD′ê..
Dê hewlên dewleta Tirk bi bin bikevin.
Ji ber ku welatiyên herêmê dikarin parastina herêmê bikin.”