Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan..
Dê di 1-2`yê Adarê li Qamişloyê li dar bikeve.
Berpirsên mîhrîcanê daxwaznameyên tevlêbûnê werdigirin.
Amadekariyên Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan a 8’emîn tê kirin ..
Her sal bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ev mîhrîcan li dar dikeve.
Li gorî bernameya mîhrîcanê dê çalakiyên hunerî, govend, şano, helbestxwendin hwd bên lidarxistin.
Mîhrîcan dê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê li dar bikeve..
Endama Komîteya Amadekar Evîn Bîlal derbarê vê yekê axsivî û got:
“Dirûşma Mîhrecanê ‘Jin, jiyan, azadî’ ye ..
Me xweset vê mîhrîcanê li gel belavbûna vê dirşûmê li dar bixin..”
Komîteya amadekar mercên qebûlkirna daxwaznameyên tevlêbûnê wiha diyar kirin;
Temenê yên beşdarî mîrhîcanê bibin divê ne kêmtirî 18 saliyê be.
Berhem bi sê zimanan; erebî, kurdî û suryanî tên qebûlkirin.
Di mîhrîcanê de her wiha pêşbirka destkariyan û hunera şêwekariyê dê li dar bikeve.