NY’yî biriyara Rûsya erê kir: Alîkarî wê di dergehên di bin kontirola çeteyan de bê şandin

Neteweyên Yekbûyî biryara derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê di dergehê Bab El-Hewa yê di bin kontrola çeteyan de erê kir.

Nûnera DYA’yê ya li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas Greenfield got ku Washington û Mosko li ser derbaskirina alîkariyan ji bo gelê Sûriyê li hev kirin.

Li gorî forma sereke ya pêşnûmeyê Mekanîzmeya derbaskirina alîkariyan di deriyê Bab El-Hewa yê bi Tirkiyê salekê were dirêj kirin, ev çarçeove tê dirêjkirin ku dergehê Til Koçerê yê bi Iraqê re di nav xwe de bigire.

Piştî qebûlkirinê, Îrlanda û Norwêc êvara Çarşemê pêşnumaya biryarê guherandin, dev ji daxwaza vekirina dergehê Til Koçerê berdan.

Li gorî biryara ku Konseya Ewlekariyê ya NY’yê pejirandiye, mekanîzmeya derbaskirina alîkariyan ji bo Sûriyê wê bi rêya Tirkiyê heta salekê dirêj dike.

Li ser vê yekê birayra vekirina dergehê Bab El-Hewa yê di bin kontrola çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de hate pejirandin.

Bejirandina biryara girtina dergehê Til Koçerê li pêşiyê alîkariyên mirovî, asta pêçarebûna NY’yî û dûrketina wê ji armancên wê diyar dike.

Back to top button