Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran û navîn êrişî gundê Catê yê bakur-rojhilatê bajarê Minbicê kir.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker, ji gundê Toxara Biçûk ê bakur-rojhilatê Minbicê, gundê Catê bi çekên navîn û giran topbaran kirin.
Meclisê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan dan û topbaran heta derengiya şevê domiya.
Navendê derbarê encamên êrîşan de ti agahî parvenekir.