Çalakiyên Meha Çandê li Qamişloyê dest pê kirin

Çalakiyên “Meha Çand û Hunerê” li bajarê Qamişloyê bi mîhrîcaneke stranan dest pê kirin.

Çalakiyên “Meha Çand û Hunerê” ji aliyê Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê ve hatiye organîzekirin.

Çalakiy Meha Çandê bi mîhrîcaneke stranan li stada Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo bi amadebûna bi dehan şêniyên Qamişlo dest pê kir.

Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Piştre Endama Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê anî ziman:

“Em ê nehêlin dijminê me kêfxweş bibe, em ê li çand û civaka xwe xwedî derkevin.

Her wiha em nahêlin şerê birakujî jî derbikeve.Pêwîstk bike ji bo şerê birakujî dernekeve,em bibin mertalên zindî.”

Paşê Koma Botan, Koma Zîlan, hunermend Baran Dilbuhar û Sumeya Mihemed stranên foklorî pêşkêş kirin.

Komîteya çandê diyar kir ku dê çalakiyên wan li bajarên Hesekê, Qamişlo, Dirbêsiyê û Dêrikê werin lidarxistin û li her bajarekî 3 rojan dewam bike.

Back to top button