Alîkarê Wezîrê Derve yê DYA: Em ê bi QSD’ê re li dijî DAIŞ’ê bixebitin

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Joey Hood diyar kir ku welatê wan dê bi QSD’ê re li dijî DAIŞ’ê bixebite.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Joey Hood di daxuyaniyekê de got: “Siyaseta me ya li Sûriyê guhertina rejîmê armanc nake.”

Her wiha diyar kir ku armanca wan guhertina nêzîkatiyên hikumeta Sûriyê ye bi rêya prosesa siyasî ye ku Neteweyên Yekbûyî pêşengtiya wê dike ku gel diparêze.”

Berpirsê amerîkî ragihand ku ew ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dernakevin em ê bi Hêzên Sûriya Demokratîk re li dijî DAIŞ’ê bixebitin.

Back to top button