Li Amerîka bi hezaran jin bi mafê kurtajê meşiyan

Li Amerîkayê Dadgeha Bilind plan dike ku mafê kurtajê yê jinan qedexe bike. Li dijî vê yekê bi hezaran jin meşiyan û xwestin dadgeh dest ji vê helwesta xwe berde. Nûnerên Demokrat li Senatoyê jî bang li Serokê DYA Joe Biden kirin da ku li ber plana dadgehê rabe.

Li Amerîkayê piştî nîqaşê têkildarî qedexekirina mafê kurtajê, betalkirina biryarê ket rojevê.

Malpera Nûçeyan a Amerîkayê Polîtîco eşkere kir ku Dadgeha Bilind plan dike çavkaniya qanûnî ya pejirandina mafê kurtajê betal bike.

Pitşî eşkere vê yekê, li bajarê New Yorkê bi hezaran jin li dijî plana dadgeha bilind rabûn.

Di çalakiyê de serdozgera eyaletê ku ji partiya demokrat e Letitia James got,

Beriya vê bi 20 salan ez jî bi serbilindî kurtaj bûm. Divê were zanîn ku êdî jin wê destûrê nedin ti kes bedena wan kontrol bike.

Divê em hemû li dijî binpêkirina vîna jinê, dengê xwe bilind bikin.

Ji bilî New Yorkê, hêrsa jina a li dijî plana dadgeha bilind li gelek deverên din ên Amerîkayê belav bû.

Bi vê armancê li New York, Teksas, Kalîforniya û Waşîngtonê jî xwepêşandanên girseyî hatin li darxistin..

Di çalakiyan de yekane daxwaz, pejirandina mafê jinan ê kurtajê bû.

Di vê navberê de têkildarî belgeya dadgehê ya hatî eşkerekirin, serokê Amerîkayê Joe Biden daxuyaniyek da.

Biden diyar kir ku tenê jin dikarin têkildarî pirsgirêkên xwe de biryarê bidin û got,

Kurtaj mafekî jinan ê bingehîn e.

Li gorî Biden, eger plana dadgeha bilind bicih were, wê zerareke mezin li huqûqa welat bibe.

Back to top button