“Em jiyana bêyî Rêber Ocelan red dikin”

Ciwan û malbatên şehîdan diyar kir ku ew jiyana bêyî rêber Ocalan red dikin.

Mihemed Mihemed ê ji Kobanê diyar kir ku Armanca tecrîdê ew e ku Rêbertî ji me qut bikin û got :

“Tecrîd dûrî hemû qanûnên mirovî û exlaqî ye. ”

Ciwana bi navê Yara Nebî jî got:

“Em ê bi hemû rê û rêbazan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî şer bikin.”

Ciwanê bi navê Hesen Elî jî dibêje :

“Bêdengiya hêzên navneteweyî cihê rexnê ye ..”

Mihemed Mehmûd ji aliyê xwe ve tekez kir ku Armanca me ya yekemîn û dawî têkoşîn e.

Li aliyekî din jî dayika şehîd Mistefa Ebdulhemîd (Fîras), Sultane Reşîd a ji Şêxmeqsûd a Helebê got:

Em ê her tiştî ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bidin.

Jiyana bêyî Rêbertî em red dikin ..

Heta em tu agahiyê ji wî nebihîsin, em nasekinin .”

Hevjîna şehîd Şêx Ehemd, Semîre Şêx Mûsa 2 caran bi rêber Ocalan re civiyaye got:

“Bi saya fikir û felsefeya Rêbertî û bi keda şehîdan em gihaştin vê qonaxê..”

Back to top button