Yekemîn Pêşangeha Teknolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja duyemîn de bi dawî bû.
24 şîrket û dahênerên ji herêmê beşdarî pêşangehê bûn ..
Di roja duyemîn a pêşangehê de bi bername, semîner, panel, komxebat, dewam kir.
Di pêşangehê de panelekê bi navê “Xezîneya Elektronîk” hat lidarxistin.
Di panelê de girîngiya pergalên elektronîk û feydeyên wan di jiyanê de hatin nîqaşkirin.
Her wiha ji aliyê xwendekarên Beşa Mekatronîk a Zanîngeha Rojava ve semînerek hate dayîn.
Di semînerê de astengiyên li pêşiya projeyên xwendekaran û rêbazên çareseriyê hatin nîqaşkirin.
Piştre jî semînereke din li ser zîrekiya çêkerî û rola teknelojiya di zîrekiya çêkerî de hat dayîn.
Di dawiyê de şîrketa Rcell beşdarên pêşangehê, kesên afrîner û Hêzên Ewlekariya Hundirîn xelat kirin.