Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Evîn Paşo destnîşan kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî dihêle ku dewleta tirk li heremên dagirkirî li dijî jin û zarokan sûcên xwe bidomîne.
Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Evîn Paşo têkîldarî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên deverên dagirkirî axivî.
Evîn Paşo bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li deverên dagirkirî şermezar kir û got:
“Ew peyman û qanûnên ku qaşo mafên mirovan diparêzin tenê li ser rûpelan man û li ser erdê nehatin pêkanîn.
Bêdengiya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker nîşana wê yekê ye.
Ev bêdengî dihêle ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êriş û sûcên xwe yên li dijî şêniyên Efrîna dagirkirî zêde bikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo tola çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji aliyê jinan ve hatine kuştin û têkbirin hilîne.”
Di hefteyekî de li Efrînê destdirêjî li 2 zarokan hate kirin