Şêniyên Şengalê: Emê bi ti rengî peymana 9’ê Cotmehê qebul nekin

Şêniyên Şengalê diyarkirin ku ewê li hemberî peymana 9’ê Cotmehê heta dawî tekoşîn bikin

Civaka Êzidî ji dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an heya niha ji bo jiyanek azad di nava tekoşînê de ne û li himberî hemû pilanên tinekirinê liber xwe dide.

Welatiyên Şengalê li ser plan û êrîşên li ser îradeya civaka Êzidî axivîn.

Şêniyên Şengalê yê bi navê Kemal Xidir da diyarkirin ku hin aliyên siyasî dixwazin peymana 9’ê Cotmehê li ser civaka Êzidî pêk bînin û got:

“Bi behaneya ku ‘hêzên ne rewa’ li Şengalê ne, dixwazin pêşmergeyan vegerînin Şengalê. Lê bila her kes bizanibe hêza pêşmerge ku me neparast ne rewaye derbasî Şengalê bibe.”

Şêniya bi navê Nûra Şegnalî jî got:

“Hêza ku îxanet li gelê me kiriye û bû sedem ku em di komkujiyan re derbas bibin emê nehêlin derbasî nava me bibe.

Emê heta dawiyê li ber xwe bidin û xweseriya xwe biparêzin”

Back to top button