Joe Biden: Dê karê meyê li Efxanistanê di meha Tebaxê de bidawî bibe

Serokê Dewletên Yekbûyî Joe Biden diyar kir ku karê wan li welatê Afxanistanê wê di dawiya Tebaxa bê de bi dawî bibe.

Joe Biden der barê vê vekişîna hêzên Amerîkî ji Efxanistanê got:

“Em ne amade ne , di şerekî ne serkeftî de, bêhtir feda bikin.

Piştî 20 salan, divê Afxanî karîbin welatê xwe bi xwe biparêzin.”

Biden tekez kir ku xwesteka Efxanistanê di têkbirina teroran de bi ser ket û eşkere kir ” kesên ku beşdarî êrişên Eylonê bûne jî wê Hikumeta Efxanistanê wan ceza bikin.”

Joe Biden bi bîr xist ku biryara vekişînê piştî raporên istixbaratî û pêşnîyarên serokên leşkerî pêk hat.

Back to top button