QSD: 2 penaberên Iraqî vê mehê hatine kuştin

Li Kampa Holê, 2 Iraqiyên din bûn qurbanên neqebûlkirina idolejiya tundrew û hatin kuştin…

Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) ragihand ku di nava hersê rojên vê mehê de, li Kampa Holê 2 penaberên Iraqî bi demançeyeke bêdeng ji hêla kesine nenas ve hatin kuştin.

Li gorî QSD’ê, penaberên ku hatine kuştin, yek 23 salî, yê din jî 40 salî bû.

Rêxistina Bijîşkên Bêsînor: Li Kampa Holê endamekî me hat kuştin û 3 birîndar bûn

Ji aliyê xwe ve jî, Rêxistina Bijîşkan a Bêsînor diyar kir ku endamekî wan li Kampa Holê hatiye kuştin û 3 birîndar bûne.

Back to top button