Soylu serdana avahiyeke mêtingeriyê yên li Girê Spî kir

Li gorî ku ji herêmê hatî ragihandin ku wezîrê karên hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu serdana avahiyên mêtingeriyê yên ku bi awayekî nerewa hatine avakirin, kir.

Her wiha hat diyarkirin ku Soylu serdana avahiyên mêtingeriyê kir ku rêxistina AFAD li kantona Girê Spî ya dagirkirî ava kiriye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê di 14`ê Nîsanê de eşkere kir ku piştî daxuyaniyê, Erdogan ku dê milyonek penaberên sûrî vegerîne Sûriyê û li avahiyên mêtingeriyê bi cih bike..

100 penaberên sûrî ji Tirkiyê derbasî kantona Girê Spî bûne.

Her wiha ”meclisa herêmî ya Girê Spî” demeke berê, mal û milkên koçberan li aliyê rojavayê kantonê desteser kirin û da tirkan da ku avahiyên mêtingeriyê li şûnê ava bikin.

Back to top button