Navenda Meclisa Civakî ya Ermenî li Dêrazorê bi merasîmekê hat vekirin

Navenda Meclisa Civakî ya Ermenî bi merasîmekê li gundewarê rojava yê Dêrazorê hate vekirin.

Di merasîma vekirinê de endamên Meclisa Civakî ya Giştî ya Ermenî ya bajarê Hesekê, endamên saziyên civaka sivîl, meclisên leşkerî û hejmarek ji şêx û rûspiyên eşîran amade bûn.

Di merasîmê de serokê Meclisa Civaka Ermenî ya şaxê Dêrazorê Mihemed El-Ilêwî axivî û spasiya hemû şêniyên Dêrazorê kir ku di dema koçberiyê de alîkariya gelê ermenî kirin û got:

“Amadebûna we li vir moral dide hemû welatiyên ermenî yên li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet.”

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarê Dêrazorê Zeîm El-Mehmûd jî got: “Tu cudahî di navbera pêkhateyên herêmê de tuneye, em hemû li hember projeyên têkbirina hevgirtina civakî yek dest in.”

Endama rêveber a Komîteya Jinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê de Hind El-Ehmed jî got:

“Vekirina navenda Meclisa Civakî ya Ermenî li Dêrazorê teqezî li ser biratiya gelan e.”

Back to top button