Li Iraqê, DAIŞ hewl dide şaxên xwe zindî bike, lê hêzên artêşê wê pûç dike û herî dawî 4 çeteyên din ketin destê artêşê.
Polîsa parêzgeha Nînewayê di operasyoneke hêzên wan de, girtina 4 DAIŞ’iyan ku tiliyên wan di şerê ku sala 2014 li Mûsilê rû dabû de, heye, ragihand.
Li parêzgehên Diyala, Besra û Kerkûkê jî, vê sibehê artêşa Iraqî dest bi operasyonên tunekirina terora DAIŞ’ê kirin.
Ji ber zêdebûn û zindîbûna tevgera DAIŞ’ê li Iraqê, Fransa banga lidarxistina civîneke lazgîn li Koalisyona Navdewletî yên li Iraqê kir.
Paregeha Eyn El-Esed bi 10 mûşekan hat armanckirin
Çavkaniyeke polîsa Iraqî jî, da zanîn ku baregeha “Eyn el- Esed” a li parêzgeha Enbarê ku hêzên Amerîkî lê dimînin, bi derdora 10 mûşekên Katiyûşa hat armanckirin.