Li Minbicê di encama teqîna mayînekê sivîlek birîndar bû

Beriya çend seatan mayînek ku li ser riya Helebê û li bajarê Minbicê hatibû bicihkirin teqiya û ji ber sivîlek birîndar bû.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku mayîn li ser rêya Helebê nêzê Mizgefta El-Fetih hatibû bicihkirin teqiya û di encamê de sivîlek birîndar bû.

Şêniyan birîndar ji bo tedawîkirinê veguhestin nexweşxaneyê.

Her wiha Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk ji baregehên wê li Şêx Nasir û gundê Cibdem gundên Kawkilî û Girhiyok yê Babê topbaran kirin

Di seatên sibê de, çeteyên dewleta Tirk a dagirker careke din êrîşî navçeya Eyn Îsayê kirin. Di êrîşê de cihên hêzên hikumeta Şamê hatin topbaran kirin.

Dagirkeran deverên hikumeta Şamê yên li derdorê ambarên gundê Şergirak yê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir û di encamê de şer di navbera herdu aliyan derket.

Back to top button