Mûsa Pîroglu: Emê di tûra duyemîn de Erdogan têk bibin

Ji hilbijartina Serokkomariyê ku di tûra dûyemîn de 28’ê Gulanê pêk were aliyên namzetan xebatên xwe didomînin.
Li Ewropayê jî dengdayîn îro dest pê kir wê heya 24’ê Gulanê berdewam bike.
Tevî hemû zext, fêlbazî û hileyan Erdogan nekarî di tûra yekê de encam bidest bixe.

Di hilbijartina Serokkomariyê ya 14’ê Gulanê de ji ber namzet dengên pêwîst negirtin, hilbijartin tûra duyemîn ma.

Ji dengdayîna tûra duyemîn a ku 28’ê Gulanê pêk were.

Wê îro 73 walatan kesên ku welatiyên Tirkiyêne dest bi karanîna dengê xwe bikin.

Deng dayîn di saet 8’an de li deriyên gumrik û nûnertiyên derveyê welat destpêkir.

Hilbijêr, di navbera Tayîp Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu de ku tûra yekê dengên zêde girtine tercîhê bikin.

Di nûnertiyên derve de dengdayîn wê heya 24’ê Gulanê bidome.

Yên ku dixwazin ji bilî nûnertiyên derve dengê xwe bidin li gumrikan di 28’ê Gulanê de heya demjimêr 17.00 dikarin dengê xwe bidin.

Ji bo hilbijêrên ku li derveyî welat dengê xwe bidin navnîşana hilbijêr a ku di tûra yekê de hate karanîn wê derbas bibe.

Têkildarî hilbijartina serokkomariyê ku derbasî tûra duyemîn bû, Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû nirxandinek kir.

Pîroglû diyar kir ku Erdogan di tûra yekem de bi ser neket, her çendî ku encama dixwest Erdogan bi hîle nekarî bi ser bikeve.

Mûsa Pîroglu derbarê vê yekê de nêrînên xwe wiha anî ziman:

“Erdogan tûra yekem bi ser neket, me ew sekinand.

Diyar e ku di tûra yekem de me ew têk bir, tevî hemû hîle, fêlbaz û xebatên cuda cuda yên lîstikên Erodgan di tûra yekem de ew têk bir.

Em ji berê dizanin, Erdogan ê daxuyanî dida digot; ‘Hasil ji mûsilê derket’ di tûra duyemîn de neçar ma ku windabûnê qebûl bike.

Niha xwe ji bo tûra duyemîn amade dike, bê hêvî bûye, moral lê nemaye, dema vekişîna me û rêyeke me ya din tine.”

YSK’ê encamên dawî yên tûra yekemîn a hilbijartinê li Tirkiyê eşkere kir

Back to top button