Rojnameyeke Birîtanî: Tirkiye DAIŞ’ê li Lîbyayê zindî dike

Rojnameyeke Birîtanî bi raporekê bal kişande ser destwerdana dewleta Tirk a Lîbyayê û dewleta Tirk bi zindîkirina DAIŞ’ê li Lîbyayê tawanbar kir.

Rojnameya Morning Star a Brîtanyayê ragihand ku ” Dewleta Tirkiyê niha di destekdanyîna zindîkirina DAIŞ’ê li Lîbyayê de tewanbar e, ew jî bi riya şandina Tundrewan ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve.

Li gorî rojnameyê, piştî çend rojan ji hişyariyên ku qiralê Urdinê Melek Abdullah El-Sanî beriya lidarketina kongreya NATO’yê dabû, çeteyên DAIŞ’ê li Lîbyayê ne û wê ji peravên Ewropayê ve nêz in.

Rojnameyê li ser zimanê qiralê Urdinê got:

“Bi hezaran çekdar ji Idliba Sûrî bi rêya sînorê bakur, gihiştin Lîbyayê û ev tişt li ser herêma me girînge.”

Li gorî rojnameyê êdî her kes dizane ku nêzî 2 hezar çete yên dewleta Tirkiyê ku tundirew in, li Lîbyayê hene.

Rojnameyê eşkere kir ku hikumeta El-Wîfaq bi rêya peymana bi dema 6 mehan a bi Tirkiyê re piştevaniya van çeteyan dike.

Leave a Reply

Back to top button