Vîrûsa Corona..Fikarên li ser rewşa girtiyên li Tirkiyê, zêde dibin

Jiyana girtiyên li girtîgehên Tirkiyê, bi belavbûna vîrûsê re di metirsiyeke mezin de ye. Girtiyê bi navê Erkan Taşkan ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûs girtî ye, diyar kir ku li girtîgehê li dijî Vîrûsa coronayê rêkar nehatine girtin .

Erkan Taşkan di hevdîtina ku bi rêya telefonê bi malbata xwe re kir, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê li dijî Vîrûsa Coronayê heta niha tu rêkar negirtine.

Taşkan, da zanîn ku karmendên girtîgehê bê devpoşk û lepik xwarina wan li wan belav dikin û jimartin û lêgerîn jî bê devpoşk û lepik tên kirin.

Taşkan, bilêv kir ku di hevdîtinên wan ên bi rêveberiyê re, rêveberê girtîgehê bi awayekî cidî nêzî mijarê nabe û anî ziman ku di bin navê lêgerînê de amûran ji hev belav dikin û gotinên girtiyan berovajî dikin.

Back to top button