Li Helebê şer gur e, 18 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Hemwextî agirbesta dewleta Tirk, Balafirên şer ên Rûsyayê gundewarê Helebê bombebaran kir. Di encamê de 18 çeteyên dewleta hatin kuştin û malbateke sivîl jî bi temamî jiyana xwe ji dest da. Li rex Helebê, şerê li Idlibê jî gur bûye. Di encama şerê navbera rejîma Sûrî û çeteyên dewleta Tirk de 42 kuştî ji herdu aliyan çêbûn.

Piştî binketina agirbesta dewleta Tirk, şer li gundewarê Helebê gurtir bû.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê gundewarê Helebê yê rojava bombebaran kir.

Di encamê de 18 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, bêhtirî 15 çete jî birîndar bûn.

MALBATEKÊ BI TEMAMÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Çavdêriyê her weha diyar kir ku li gundê Bala yê gundewarê Helebê, ji ber bombebarana balafirên Rûsyayê , malbateke ku ji jin, hevjînê wê û du zarokan pêk dihat bi temamî jiyana xwe ji dest da.

18 ÇETE Û 24 LEŞKERÊN REJÎMÊ HATIN KUŞTIN

Li gundewarê rojhilatê Idlibê jî, şerekî giran navbera çeteyên dewleta Tirk û rejîma Sûrî de rû da.

Çavdêriya Sûrî destnîşan kir ku di encamê de 18 çeteyên dewleta Tirk û 24 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Beriya hefteyekê, piştî binketina agirbesta Rûsyayê, dewleta Tirk agirbestek ragihand.

Ew agirbest jî, mîna ya beriya xwe di saetên destpêkê de bin ket.

PIŞTÎ NY, AMERÎKAYÊ JÎ BANGA BICIHANÎNA AGIRBESTÊ KIR

Binketina vê agirbestê duh ji aliyê NY ve hat tekez kirin.

Komîseriya NY a Mafên Mirov diyar kir ku agirbesta li Idlibê bi bin ket û banga rawestandina şer kir

Wezareta derve ya Amerîkayê jî ji ber rewşa li Idlibê xemgîniya xwe anî ziman û bang li Rûsiya û Rêjîma Sûriyê kir ku êrîşên xwe rawestînin.

Leave a Reply

Back to top button