Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêketina 17 kesên din bi vîrûsa Coronayê hat ragihandin.
Desteya Tenduristiyê, bîlançoya dawî ya pêketiyên vîrûsê eşkere kir, ku 17 rewşên din ên Coronayê hatin tomarkirin.
Ew jî:
8 li Qamişlo
3 li Hesekê
3 li Dêrikê
1 li Rimêlan
1 li Amûdê
1 li Şehba
Desteyê diyar kir ku, kesekî li bajarê Hesekê bi vîrûsê jiyana xwe ji dest daye û 10 jî rihet bûne.
Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan derket 544’an, 98 ji wan baş bûne û 35’an jî jiyana xwe ji dest daye..