CNK: Êrîş li ser hemû Kurdan e, divê Kurd destketiyên xwe biparêzin

Berdevkê Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê “CNK” Jiyan Tîmûrtaş da xuyakirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker, li dijî her çar parçeyên Kurdistanê tên kirin.

Tîmûrtaş destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo têkbirina netewa Kurd û aramiya herêmên rêveberiya Kurdan, êrîşan pêk tîne.

Jiyan Tîmûrtaş got:

“Divê partiyên Başûrê Kurdistanê cidî nêzî vê meseleyê bibin, ne tenê bi daxuyaniyan.”

Berdevkê Tevgera Azadî Metîn Pîranî jî diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê bi destûra hikûmeta navendî ya Iraqê tên kirin û partiyên Kurdî jî bêdeng in.

Metîn Pîranî bang li partî û rêxistinên Kurdan kir ku bi rol û peywira parastina berjewendiyên neteweyî yên Kurdan rabin û got:

“Divê destketiyên Kurdan bên parastin.”

Back to top button