Wezîrên derve yên Urdun û Iraqê daxwaza dawîanîna şerê li Iraqê kir

Ji bo nîqaşkirin rewşa dawî ya Iraqê wezîrên Derve yên Iraq û Urdunê li hev civiyan. Herdû wezîran banga bidawîkirina şer û pêşbaziyên siyasî yên li ser xaka Iraqê kirin.

Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen Sefidî û yê Iraqê Mihemed Hekîm îro, li Bexdayê civiyan.

Piştî civînê herdu wezîran daxuyaniya çapemeniyê dan.

Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm, hemû destwerdanên derve yên li Iraqê ku dibin sedema binpêkirina serweriya xaka Iraqê, red kir.

Mihemed Hekîm diyar kir ku êrîşên demên dawî yên li Iraqê binpêkirina yasayên navneteweyî ne.

Hekîm destnîşan kir ku têkçûna rewşa Iraqê wê li pêşiya têkoşîna li dijî komên terorîst bi û taybet DAIŞ’ê de, bibe asteng.

Her wiha Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen Sefidî jî da xuyakirin ku wê ji bo parastin û aramiya Iraqê hemû hewildanan bikin.

Leave a Reply

Back to top button