Partî û aliyên Kurd ên Kerkûkê li dijî bêedaletiyê biryara lidarxistina çalakiyan da

Li bajarê Kerkûkê nûnerên partî û aliyên Kurdî li hev civiyan. Di civînê de biryar hat girtin ku li dijî bê edaletiya heyî dest bi xwepêşandan bikin.

Civîna partî û aliyên Kurdî li navenda rewşenbirî ya Kerkûkê, pêk hat.

Di civînê de rewşa Kerkûkê û bê edaletiya li ser Kurdan tê kirin hat nîqaşkirin.

Di encama civînê de biryar hat giritn ku li dijî bê edaletiya heyî çalakî werin lidarxistin.

Nûnerê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) Hêmin Hesen têkildarî civînê axivî.

Hêmin Hesen diyar kir, wezîrê perwerdê yê Iraqê û rêveberiya perwerdeya Kerkûkê bêedaletiyeke mezin û binpêkirineke li dijî mafên Kurdan kirin.

Lewma ewê sibe, ji bo keç û xortên Kurdan dengê xwe bilind bikin.

Leave a Reply

Back to top button