Li peravên Yewnan 3 koçber mirin

Hêzên ewlekariya peravên Yewnanistanê ragihandin ku di keştiyeke koçberan ku noqî avê bûyî de, 3 koçberan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê hêzên ewlekariya peravê ve hate dayîn, di operasyonên rizgarkirinê yên bi botan û helîkopterê hatin kirin de 8 kes bi saxî hatin dîtin.

Hat diyarkirin ku cenazeyên 3 kesan ji avê hatine derxistin û yek ji wan jin e.

Herî kêm 2 kes jî winda ne.

Di van salên dawî de bi hezaran koçber ku piraniya wan ji Sûriye, Efxanistan û Pakistanê ne, bi rêya deryayî û bejahî di ser Tirkiyê re derbasî Yewnanistanê bûne.

Piraniya koçberan hewl didin di ser Yewnanistanê re biçin rojavayê Ewropayê.

Polîsê bendera Yewnanistanê bi alîkariya ajansa çavdêriya sînor a Ewropî Frontexê bi rêkûpêk li herêma deryayî ya li rojhilatê Deryaya Egeyê dewriyekê dike.

Li vê herêmê gelek keştî noqî binê avê bûn û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button