Pînheîro: Şêniyên Efrîn û Serê Kaniyê êşeke mezin li ser destê çeteyan dikişînin

Serokê Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyê ya Serbixwe ya Navneteweyî anî ziman ku şêniyên Efrîn û Serê Kaniyê, ji destê çeteyên dewleta Tirk berdêlên giran didin û êşeke mezin dikişînin.

Paûlo Sergîo Pînheîro di rûnştinek NY de diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, sûcên şer dikin.

Pînheîro bal kişand ser sûcên ku çeteyên dewleta Tirk li Efrîn û Serê Kaniyê dikin û got:

“Sivîlên li van herêman, li ser destê çeteyên Artêşa Niştimanî ya Sûrî êşeke mezin dikişînin.

Ev çete malên sivîlan didzin, talan dikin û wan didin koçberkirin.”

Pînheîro îşaret bi vîrûsa coronayê jî kir ku li şûna Konseya Ewlekariyê dergehan zêde bike, wan kêm dike..

Back to top button