Soran Umer: Ji ber ku Parlamena Başûr erkên xwe pêk neanî min dest ji kar berda

Parlamneterê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Soran Umer yê Parlamena Başûrê Kurdistanê îstifaya xwe da û dev ji kar berda.

Parlementer Soran Umer nameya îstifaya xwe pêşkêşî serokatiya Parlamentoyê kir.

Soran Umer ji parlamenê xwest ku di civîna nêztirîn de, nameya wî were erêkirin.

Soran Umer diyar kir ji ber ku parlamenê erka xwe ya qanûnî, çavdêrîkirina hikûmet û nûnertiya welatiyên Başûrê Kurdistanê bi cih neanîye, dest ji kar berdaye.

Berî niha dadgeha Hewlêrê ya PDK’ê, biryara girtina Soran Umer dabû.

Back to top button