Ji ber zêdebûna êrîşên terorîst li Afrîkayê, lûtkeyeke Fransî-Afrîkî bi serperiştiya NY li Fransayê tê lidarxistin.
Bi amadebûna serokên welatên Çad, Burkîna Faso, Malî û Morîtanyayê, îro di saet17an de xebatên vê lûtkeyê li bajarê Pau ê Fransayê tên destpêkirin.
Her wekî sekreterê giştî yê NY António Guterres, sekreterê Yekîtiya Afrîkayê Mûsa Fekî û serokê meclisa Ewropî Charles Michel jî beşdar dibin.
Di vê lûtkeyê de, wê mijara pêşxistina operasyonên leşkerî li dijî çeteyan û xurtkirina hebûna Fransî li Afrîkayê werin nîqaşkirin.
Ev demek baş heye, çalakiyên terorîst li Afrîkayê ji aliyê koma Boko Heram û DAIŞ a rojavayê Afrîkayê zêde bûne.
Jixwe Îna borî jî, bi hezaran kes li Maliyê herikîn qadan û banga derketina hêzên Fransî û biyanî ji welêt kir.
Dihat payîn, ev lûtke berî demekê hatiba lidarxistin, hingê Macron hişyarî dabû, ku ew ê hemû bijarteyan deyne ser maseyê, di nav de vekişîna “hêza Berxan” ji herêmê.