Zextên AKP’ê li ser gel û bi taybet li ser endam, parlamenter û hevşaredarên HDP’ê zêde dibin. Herî dawî polîsên AKP’ê bi ser mala Endamê Meclîsa HDP’ê Mesut Bagcik de girt û ew binçav kir. Li gundên Amed û Şirnexê jî binçavkirin hebû.
Polîsên hikumeta faşîst a AKP’ê îro jî di saetên sibê de bi ser mala Endamê Meclîsa HDP’ê Mesut Bagcik ya li navçeya Rezan a Amedê de girt û Bagcik binçav kir.
Endamên malbata Bagcik, diyar kirin ku dema polîsan bi ser mala wan de girt, deriyê malê şikandine û tiştên malê belav kirine.
ZEXTÊN AKP’Ê LI SER GEL
LI GUNDÊN AMED Û ŞIRNEXÊ 2 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Polîsan di heman demê de bi ser gundê Kêrîkê yê Çinar a Amedê de girt.
Di serdegirtina malan de, Îhsan Çîftçî yê 17 salî binçav kir.
Li bajaroka Sêgirkê ya Qilabanê ya Şirnexê jî , leşkeran di saetên sibê de, bi ser malê de girtin û welatiyê bi navê Mesût Babat binçav kir.
Hinceta binçavkirina Mespût nehat zanîn û ew birin navenda Qilabanê.