Ji bo nîqaşkirina bûyerên dawî yên li herêmê qewimîne, şandeyeke Sûrî fermî li Tehranê ye.
Ev serdan di çarçoveya kuştina Qasim Suleymanî de hat û li gorî ajansa SANA ya rejîma Sûrî, danûstandinên fermî di navbera Îran û Sûriyê de pêk hatin.
Şandeya Sûrî diyar kir ku ji mafê Îranê ye xwe biparêze û li hember komployên navdewletî li ber xwe bide.
Di van danûstandinan de jî, herdu aliyan teqez kir ku divê têkiliyên wan werin xurtkirin û bi hev re li hemberî komployan rawestin.
Şandeya Sûrî ji Wezîrê derve yê rejîma Sûrî Welîd el-Muelim, cîgirê serokwezîr û wezîrê parastinê pêk tê.
Tê payîn, piştî vê serdanê, şandeya Sûrî berê xwe bide Moskovayê jî.