Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker, li kampa Mehmûdiyê ya nêzî bajarê Tebqayê, hejmara koçberan gihaşt 8 hezarî.
Piştî ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî kampa Eyn Îsayê kir, rêveberiya kampê neçar ma ku koçberan jê derxe û wan li kampa Mehmûdiyê ya nêzî bajarê Tebqayê bi cih bike.
Koçberê bi navê Faris Xelef ji ANHA’yê re diyar kir ku li kampa Mehmûdiyê rewşa koçberan dijwar e û zivistana sar bandorê li tenduristiya wan dike.
Her wiha koçberê bi navê Îbrahîm Mistefa anî ziman ku pêwîstiya wan bi sobe û cil û bergên zivistanê heye.
Tê pêşbînîkirin ku şêniyên Idlibê jî ji ber bombebarana balafirên Sûriyê, berê xwe bidin kampa Mehmûdiyê.