NATO: Eger aştî pêk neyê em ji Efxanistanê venakişin

Welatên NATO’yê, gef li tevgera Talîbanê ya Efxanistanî xwar û diyar kirin eger aştî pêk neyê, ew ê ji Efxanistanê venekişin.

Welatên hevbendîya NATOyê bi daxuyaniyekê ragihand ku eger danûstandinên aştiyê di navbera aliyên Evxanistanî de çênebin, ew ê ti rêkarên nû ji bo hebûna xwe ya leşkerî li Efxanistanê nekin.

Ev daxuyanî piştî vekişîna Waşingtonê ji 5 baregehên leşkerî yên li wir, hat.

Herî dawî, Amerîka peymanek bi Talîbanê re îmze kir ku dîlan pev biguherin û rê li ber danûstandinên aştiyê vebin, ew jî li beramberî vekişîna hêzên navneteweyî ji Efxanistanê.

Back to top button