Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser li dijî êrişa dawî ya dewleta Tirk a li Qamişlo daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de bang li hêzên li herêmê garantor hat kirin ku van êrişan rawestînin.
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî li ser êrişa Tirkiyê ya li dijî taxa Meyselûn a Qamişlo daxuyaniyek da.
Daîreyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a qirker aramî û ewlehiya li herêmê têk dibe û wê careke din DAIŞ’ê li herêmê zindî bike.
Daîreyê her wiha peymana agirbesta sala 2019’an bi bîr xist û bang li hêzên garantor ên li herêmê kir ku li hember van êrişan bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.